Serok Barzanî pêşwaziya konsolê Tirkiyeyê yê li Bexdayê kir

PeyamaKurd – Îro, Pêncşemê, 17ê Tîrmeha 2025an, Serok Mesûd Barzanî li Selahedînê pêşwaziya Balyozê Tirkiyeyê yê li Iraqê, Anil Bora Înan, û şandeya wî kir.
Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê yê li Hewlêrê, Îrman Topçû jî di şandeyê de bû.
Di civinê de, her du aliyan pêşketinên li herêmê, têkiliyên siyasî yên Hikûmeta Federal a Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, û pêvajoya aştiyê ya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê nîqaş kirin.
Anil Bora Înan, spasiya Serok Barzanî kir ji ber piştgiriya wî ya girig a pêvajoya aştiyê ya di salên borî de.
Her weha, bi armanca xurtkirina hevkarî û kordînasyona di navbera her du aliyan de, têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de jî hatin nîqaşkirin.
Ev nivîs 89 car hatiye xwendin.





