Mesrûr Barzanî: Me hemû erkên xwe bicih anîn, dora Bexdayê ye

Mesrûr Barzanî: Me hemû erkên xwe bicih anîn, dora Bexdayê ye

PeyamaKurd- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li ser lihevkirina bo şandina mûçeyan û heqên darayî yên xelkê Herêma Kurdistanê peyamên girîng belav kirin.

Serokwezîr Barzanî got ku rêzeke wî ya zêde ji xweragirî û bêhnfirehiya xelkê Kurdistanê heye û destnîşan kir, “Ji bo berjewendî û kêmkirina zexta li ser xelkê, me hemî nermî nîşan da û me erkên xwe bi tevahî bi cih anîn.”

Çend peymanên girîng ên Serokwezîr Barzanî wiha ne: “Piştî bizav û nîqaşeke zêde, hikûmeta federal jî li ser hevfêmkirina hevpar razî bû û em pêşwaziya wê dikin.

Em li bendê ne ku hikûmeta federal mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê bişîne.

Ez spasiya westiyana wan kesan dikim ên ku bizav ji bo çarekirina pirsgirêka mûçeyan kir û alîkarên me bûn.

Ez hêvî dikim ku mûçe û mafên darayî, ku mafên rewa yên xelkê Kurdistanê ne, êdî bi tu nakokiyeyê re neyên tevlihevkirin.

Ez hêvî dikim ku em pirsgirêkên xwe di çarçoveya destûrê de û bi rêzgirtina li peymanan çareser bikin.

Divê êrîşên li ser Herêma Kurdistanê, xasma jî yên li ser zeviyên petrolê, bi dawî bibin.

Em hêvî dikin ku hikûmeta federal ji bo dîtina wan têkderan bibe alîkar û li dijî wan rêkarên qanûnî bi cih bîne.”

Ev nivîs 95 car hatiye xwendin.