Wezareta Tenduristiya Kurdistanê: Em ji bo pêşwazîkirina birîndarên Kûtê amade ne

Wezareta Tenduristiya Kurdistanê: Em ji bo pêşwazîkirina birîndarên Kûtê amade ne

PeyamaKurd- Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo diyarkirina nîgeranî, hevxemî û amadebûna ji bo alîkarîkirinê ji bo pêşwazîkirin û dermankirina birîndarên bûyera şewata li Kûtê gihand Wezîrê Tenduristiyê yê Iraqê, Parêzgerê Wasitê û Rêveberê Giştî yê Tenduristiyê yê Wasitê.

Wezareta Tenduristiyê îro 17ê Tîrmehê li ser bûyera şewatê ya bajarê Kûtê yê Iraqê ku 61 kesan tê de can da û bi dehan kes jî birîndar bûn, daxuyanî da.

Wezaretê eşkere kir, “Li ser pêşniyar û bi nûnerîtiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî li serê sibeha îro peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo diyarkirina nîgeranî, hevxemî û amadebûna ji bo alîkarîkirin ji bo pêşwazîkirin û çarekirina  birîndarên bûyera şewata bajarê Kutê bi rêya telefonê gihand Wezîrê Tenduristiyê yê Iraqa Federal Dr. Salih Hisnewî, Parêzgerê Wasitê (Kût) Mihemed Miyahî û Rêveberê Giştî yê Tenduristiyê yê Kûtê Dr. Cebar Yasirî.”

Wezareta Tenduristiyê diyar kir, “Nîgeranî Serokwezîr Mesrûr Barzanî û pêşniyara wî ji bo amadebûna Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kir, ji bo hawarhatin, dermankirin, şandina her kelûpeleke bijîşkî û pêşwazîkirina birîndaran û nexweşan ji bo nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê û alîkarîkirina wan diyar kir.”

Wezîrê Tenduristiyê yê Iraqa Federal, Parêzgerê Wasitê û Rêveberê Giştî yê Tenduristiyê yê Wasitê, li gel silav û rêz û pesnê vê helwesta Serokwezîr Mesrûr Barzanî, spasiyeke taybet pêşkêşî wî kir, ji bo vê pêşengiya mirovdosî û hevahengî û alîkariya mirovî ji bo vê bûyera trajîk.

Ev nivîs 89 car hatiye xwendin.