Îsraîlê vê carê êrîşî Qesra Serokatiyê û karwana tankên Sûriyê kir

PeyamaKurd- Artêşa Îsraîlê li paytexta Sûriyê Şamê êrîşî devera Qesra Serokatiyê kir. Di heman demê de, Hêzên Berevaniya Îsraîlê (IDF) tankên artêşa Sûriyê yên ku ber bi bajarê Siwêdayê ve diçûn kire armanc.
Piştî êrîşêr ser Durziyên herêma Siwêda ya Sûriyê, Îsraîl kete tevgerê û ji nû ve dest bi êrîşên ser Sûriyê û hêzên HTŞ yên girêdayî rêveberiya Serokomarê Sûriyê Ehmed Şera kir. Îro du caran êrîşî Wezareta Berevaniya Sûriyê jî kiribû.
Îsraîl bi van êrîşan piştevaniya xwe ya xurt bo Durziyan diyar kir û çaverêye êrîşên ser Sûriyê hîn dijwartir bike.
Artêşa Sûriyê ragihand ku êrîşên wan di nav 24 saetên borî de didomin û wan herî dawî tank, roketavêj, pergalên çekan û pîkapên çekdarên bi çekên giran ên ku ber bi Siwêdayê ve diçûn hedef girtine.
IDF da zanîn ku ew çalakiyên li dijî sivîlên Durzî li başûrê Sûriyê dişopîne û li gorî fermanên rayedarên siyasî operasyonên xwe li herêmê didomîne.
Ev nivîs 85 car hatiye xwendin.





