Berdevkê APIKURê: "Divê Hikûmeta Iraqê şîrketên petrolê biparêze"

PeyamaKurd - Berdevkê Yekîtiya Pîşesaziya Petrolê ya Kurdistanê (APIKUR) Myles Caggins diyar kir ku "Endamên APIKUR êrîşên bi dronan ên ku binesaziya herêmê hedef digirin bi tundî şermezar dikin. Erka Hikûmeta Iraqê ye ku şîrketan biparêze."
Berdevkê APIKUR Caggin got, "Em hêvî dikin ku Hikûmeta Iraqê lêpirsînek li ser êrîşan bide destpêkirin. Şîrketan di bin her şert û mercî de operasyonên xwe berdewam kirin û pêdivî ye ku were zelalkirin ka em ê çawa mafên xwe yên darayî vegerînin."
Myles Caggins diyar kir ku ew hêvî dikin ku di nav çend hefteyên pêş de hinardekirina petrolê ji nû ve dest pê bike û wiha got:
"Di derbarê çareserkirina pirsgirêkan de pêşketinên erênî hene. Di nîqaşên me yên bi Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê re, me amadebûna xwe ya ji bo hinardekirina petrolê ji Herêma Kurdistanê anî ziman. Nirxandinên me yên bi Hikûmeta Iraqê re berdewam dikin."





