Encumena Wezîran êrîşên terorîstî yên li dijî Herêma Kurdistanê şermezar kir

PeyamaKurd – Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê di civîna xwe ya dawî de bi tundî êrîşên terorîstî yên li ser Herêma Kurdistanê, bi taybetî yên li ser zeviyên neftê, şermezar kir.
Van êrîşan zirareke mezin a madî gihand hilberîna neftê, ku armanca wan têkbirina binesaziya aborî û enerjî ya Herêmê ye.
Encumenê daxwaz ji hikûmeta federal a Iraqê kir ku erka xwe bi cîh bîne, sînorekî ji bo van êrîşan deyîne û tedbîrên qanûnî li dijî êrîşkaran wergire. Di civînê de, her weha rewşa darayî ya Herêma Kurdistanê û danûstandinên bi hikûmeta federal re derbarê mûçe û mafên darayî hatin nîqaşkirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî û cîgirê wî, hûrguliyên têgihiştina hevpar a ku duh li Bexdayê derbarê peydakirina mafên darayî yên Herêmê û pabendbûnên Herêmê hatine diyarkirin, pêşkêş kirin. Piştî gotûbêjên berfireh, Encumena Wezîran biryar da ku naveroka vê têgihiştinê bi cih bike.
Li gorî vê yekê, tê payîn ku hikûmeta federal mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê bişîne.
Ev nivîs 96 car hatiye xwendin.





