Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Wezîrê Berevaniyê yê Estonyayê kir

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Parastinê yê Estonyayê Hanno Pevkur li ser têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û pêşketinên li Rojhilata Navîn axivîn.
Li gorî daxuyaniyeke ji aliyê Serokatiya Herêma Kurdistanê ve, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê pêşwaziya Wezîrê Berevaniyê yê Estonyayê Hanno Pevkur û şandeya pê re kir.
Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Şêx Cefer Şêx Mistefa, Wezîrê Pêşmerge Şoris Îsmaîl û Serfermandarê Giştî yê Pêşmerge jî di civînê de amade bûn.
Têkiliyên Estonyayê yên bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, bi taybetî hevkariya ewlehî û berevaniyê, û rola Estonyayê ya di nav Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê de hatin nîqaşkirin.
Nêçîrvan Barzanî spasiya Estonyayê kir ji ber piştgiriya wê ya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê, bi taybetî jî di şerê li dijî terorê de, û amadebûna Herêma Kurdistanê ji bo bipêşxistina hevkariyê bi Estonyayê re di hemû waran de nîşan da.
Wezîrê Parastinê yê Estonyayê Hanno Pevkur diyar kir ku welatê wî dixwaze têkiliyan bi Iraq û Herêma Kurdistanê re berfirehtir bike û hevkariyê zêde bike. Wî her weha ji ber rola Herêma Kurdistanê ya di şerê li dijî DAIŞê de spasiya xwe anî ziman.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku têkiliyên Hewlêr-Bexdayê, rewşa Sûriyeyê, pêşketinên dawî yên li Rojhilata Navîn û warên din ên berjewendiya hevpar jî di nav mijarên rojevê yên civînê de bûn.
Ev nivîs 96 car hatiye xwendin.




