PeyamaKurd – Îro Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û beşdarbûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civiya. Rojeva sereke ya civînê mûçeyên gelê Kurd û peymana nû ya ku bi Bexdayê re bû ku derbarê têkiliyên darayî de hatiye danîn.
Encûmenê ew peyman pejirand ku bi Hikûmeta Federal re derbarê mûçeyên karmendên sivîl û feydeyên darayî de hatiye danîn.
Di destpêka civînê de, êrîşên terorîstî yên li ser Herêma Kurdistanê, bi taybetî yên li ser zeviyên petrolê, bi tundî hatin şermezarkirin. Di daxuyaniyê de tekezî li ser vê yekê hat kirin ku van êrîşan ziyanên madî yên giring gihandine hilberîna petrolê û binesaziya aborî û enerjiyê ya Herêma Kurdistanê kirine hedef. Encûmena Wezîran bang li Hikûmeta Federal kir ku berpirsiyariya xwe ya qanûnî bi cih bîne û tedbîrên ewlehiyê yên pêwîst li dijî van êrîşan wergire.
Piştre encûmenê li ser danûstandinên darayî yên di navbera Hewler û Bexdayê de nîqaş kir. Serokwezîr Mesrûr Barzanî û cîgirê wî Talebanî hûrgiliyên peymana ku duh li Bexdayê pêk hatibû pêşkêş kirin. Li gorî peymanê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê her meh 230,000 bermîl petrol radestî Bexdayê bike, li hember biparvekirina dahatê ya 120 milyar dînarî.
Encûmena Wezîran pêşwazî li çarçoveya vê rêkeftinê kir ku Bexdayê ji bo misogerkirina mafên darayî yên Kurdistanê pêşniyar kiriye. Daxuyaniya Encûmenê tekezî li ser wê yekê kir biryara bicîhanîna tevahiya naveroka peymanê û wê pêwîstiyê kit ku Hikûmeta Federal bi rêkûpêk mûçe û mafên darayî Herêma Kurdistanê lê vegerîne.
Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, Hikûmeta Kurdistanê piştî vê rêkeftinê ji Bexdayê hêvî dike ku derbarê dayîna mûçeyan de dê gavên berbiçav bavêje.