Hûsî: "Me bi sê dronan êrîşek li ser başûrê Îsraîlê da destpêkirin"

PeyamaKurd - Berdevkê leşkerî yê Hûsiyan Yahya Serî di daxuyaniyekê de diyar kir ku wan bi sê dronan Îsraîl hedef girtine.
Serî destnîşan kir ku du dron ji bo hedefeke leşkerî li herêma Negev a başûrê Îsraîlê hatine şandin û dronek jî ji bo Bendera Eilatê hatiye şandin.
Serî êrîşan wekî "serkeftî" bi nav kir û diyar kir ku êrîş wê heta ku êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezzeyê rawestin û dorpêç were rakirin, berdewam bikin.





