Îsraîlê êrîşî Serfermandariya Giştî ya Sûriyeyê kir

PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan êrîşeke asmanî li ser deriyê Biryargeha Serfermandariya Giştî ya li Şama paytexta Sûriyeyê, wekî tolhildanq ji bo êrîşên li dijî Durziyan pêk aniye.
Di demekê de ku şer û pevçûn li bajarê Siwêdayê yê başûrê Sûriyeyê, ku Îsraîl jî tê de beşdar e, berdewam dikin, li paytexta Sûriyeyê Şamê jî êrîşeke asmanî hat kirin.
Li gorî çavkaniyên nûçeyan ên herêmî, balafirên Îsraîlê baregeha Serfermandariya Giştî ya li Şamê kirin hedef.
Hat ragihandin ku di êrîşê de herî kêm kesek birîndar bûye.
Bi îdiaya çavkaniyên ewlehiyê, Saziya Weşanê ya Îsraîlê piştrast kir ku artêşa Îsraîlê êrîşek li Şamê pêk aniye û îdia kir ku ev peyamek ji bo Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şera ye.
Berdevkê Erebî yê Hêzên Parastina Îsraîlê (IDF) Avichay Adraee di daxuyaniyekê de li ser hesabê xwe yê Xê got, "Artêşa Îsraîlê êrîşî deriyê têketinê yê baregeha Fermandariya Giştî ya rejîma Sûriyeyê li Şamê kir."
Avichay Adraee weha domand:
“Artêşa Parastina Îsraîlê bi berdewamî pêşketin û kiryarên ku welatiyên Durzî li Sûriyeyê hedef digirin dişopîne, li gorî talîmatên rayedarên siyasî êrîşan li herêmê dike, û li hemberî senaryoyên curbecur dê hişyar bimîne.”
Hêzên Parastina Îsraîlê (IDF) ragihand ku ew ê çavdêriya çalakiyên rejimê yên li dijî sivîlên Durzî li başûrê Sûriyeyê bike.
Ji aliyê din ve, tê gotin ku balafirên bêpîlot ên Îsraîlê bajarê Siwêdayê Sûriyeyê kirine hedef.
Ajansa nûçeyan a dewleta Sûriyeyê roja Çarşemê ragihand ku balafirên bêpîlot ên Îsraîlê bajarê Siwêdayê Sûriyeyê kirin hedef û şer di navbera hêzên hikûmeta Sûriyeyê û şervanên Durziyên herêmî de ji nû ve dest pê kirine.
Heta niha ji artêşa Îsraîlê tu daxuyaniyek nehatiye dayîn.
Ev nivîs 94 car hatiye xwendin.




