Roketa Starship a SpaceXê berî firîna ceribandinê teqiya

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku roketa herî bihêz a fezayê ya bi navê Starship ku ji aliyê kompaniya veguheztina fezayê SpaceX ve hatiye pêşxistin, dema ku xwe ji bo testa xwe ya firînê ya 10emîn amade dikir, teqiya.
Roketa Starship, ku roketa herî bihêz a fezayê ye û ji aliyê kompaniya fezayê SpaceX ya mîlyarderê Amerîkî Elon Musk ve hatiye pêşxistin, dema ku xwe ji bo ceribandina firînê ya 10emîn re li qada pêşxistina roketan a Starbase ya li eyaleta Teksasê amade dikir, teqiya û platforma hilkişînê ya roketê bû gloka agir.
Di daxuyaniya şîrketê de hat gotin, "Li qada ceribandinê ya li Starbaseyê, di saet 23.00 de di roketa Starship de, ku xwe ji bo testa firînê ya 10emîn amade dikir, neasayîtiyeke mezin çêbû. Qada ewlehiyê ya dora qadê hat parastin û hemû personel ewle ne. Ji bo niştecihên derdorê ti metirsî tune ye."
Rroketa Starship di firîna testa 9emîn de ketibû okyanûsê û di firînên 7emîn û 8emîn de jî li hewayê perçe bûbû.
Ev nivîs 109 car hatiye xwendin.




