Li Îranê bi Starlinkên Elon Musk bikaranîna înternetê zêde bû

Li Îranê bi Starlinkên Elon Musk bikaranîna înternetê zêde bû

PeyamaKurd – Komeleya Bazirganiya ser Înternetê ya Tehranê ragihand ku ji ber astengkirinên rêveberiya Îranê ku bikaranîna înternetê kêm bûbû, lê niha di nav sala dawî de bi sedema ku hebûna peykên Elon Musk ên Starlinkê rêjeya bikaranîna înternetê li Îranê ji sedî 20 zêde bûye.

Komeleyê daye zanîn ku li seranserê Îranê zêdetirî 30 hezar bikarhênerên Starlinkê hene û rêjeya bikarhêneran herî zêde li Tehranê ye ku ew jî dike ji sedî 70yê wan.

Li gorî nûçeya Jamaran Newsê, ji ber astengkirinên rejîma Îranê û kêmasiyên bingeha înternetê, welatiyên Îranê mehane di navbera 700 û 2 hezar dolaran de, pere xerc dikin û peykên Starlinkê bikar tînin.

Hêjayî gotinê ye, li gorê raporo Chromeyê jî Îran di bikaranîna înternetê de di nav 100 welatan de 99emîn e. Li Îranê gelek sepanên medya civakî qedexe ne û tenê bi rêya VPN û înterneta derveyî saziyên dewletê dikarin bên xebitandin.

Ev nivîs 122 car hatiye xwendin.