Arpija Reykjanesê teqiya: Bajarok û germav hatin valakirin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku arpija li Nîvgirava Reykjanes a Îzlandê de ji nû ve teqîn çêbûye û bajarok û navenda turîstîk hatiye tehliyekirin.
Li gorî ragihandina Nivîsgeha Meteorolojiyê ya Îzlandayê, piştî hejînên li herêmê arpij teqiyaye û piştî teqînê bi saetekê jî bi firehiya 700 metroyî erd qelişî ye.
Piştî teqînê xelkê bajaroka Grîndavîk û germava li deverê hatin tehlîyekirin û çûnûhata deverê jî hate qedexekirin.
Hêjayî gotinê ye, sala 2023yan jî teqîn li wê arpijî çêbûbû û bajarok dîsa hatibû tehlîyekirin.
Ev nivîs 65 car hatiye xwendin.




