“DeepSeek”a Çînê li Îtalyayê hat qedexekirin

“DeepSeek”a Çînê li Îtalyayê hat qedexekirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Saziya Parastina Daneyên Kesane (GPDP) ya Îtalyayê têketina sepana hişê çêkirî ya Çînê DeepSeek qedexe kiriye.

GPDPyê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku ji bo ku daneyên bikarhênerên îtalî nexebitîne li ser karûbarên sepana DeepSeekê ya aîdê şîrketên “Hangzhou DeepSeek Artificial Intelligence” û “Beijing DeepSeek Artificial Intelligence” biryara qedexeya lezgîn hatiye dayîn.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku “Biryara ku ji bo parastina daneyên bikarhênerên îtalî hatiye dayîn, piştî wê agahdariyê ye ku pargîdaniyên wê sepanê bi kêmasî dixebite.”

Her weha hat gotin ku ji bilî qedexekirina têketinê, li ser DeepSeekê lêpirsînek jî hatiye destpêkirin.

Divê bê gotin ku DeepSeeka çînî serê çend rojan e di nav sepanên hişê çêkirî de, bala gelek kesan dibe ser xwe.

 

Ev nivîs 38 car hatiye xwendin.