Qazaxistanê îtiraz kir; Tiktokê straneke li ser rûsan rakir

 Qazaxistanê îtiraz kir; Tiktokê straneke li ser rûsan rakir

PeyamaKurd –   Tora medyaya civakî TikTokê strana “Yo, orystar”ê  (Ho rûs) ji ser platforma xwe rakir û qedexe kir. Hat ragihandin di strana “Yo, orystar”ê de zimanekî nebaş ji bo rûsan tê bikaranîn û ew li ser îtiraza Wezareta Çand û Ragihandinê ya Qazaxistanê hatiye rakirin.

Cîgirê Wezareta Çand û Ragihandinê yê Qazaxistanê Yevgenî Koçetov, ragihand ku “Wezaretê daxwaznameyên weha ji rêveberiyên çavkaniyên înternetê û  torên medyaya civakî re şandin. Ji 27ê çileya 2025ê ve, tedbîrên rakirina naveroka neqanûnî ji hêla rêveberiya TikTokê ve hatine wergirtin.”

Wî diyar kir, “Li ser 22 çavkaniyên înternetê yên biyanî û li ser torên medyaya civakî TikTok (12), YouTube (8) û VKontakte (2) ew stran hatiye qeydkirin û belavkirin.”

Her weha got:

“Ji bo hemû qeydên ku hatine tespîtkirin bên rakirin ji navnîşanên rêveberiyên çavkaniyên înternetê û torên medyaya civakî re daxwazname hatin şandin da ku tedbîran wergirin û wê stranê rakin û qedexe bikin.”

Ev nivîs 57 car hatiye xwendin.