Trump piştgirî da Elon Musk: Ezê Teslayeke nipînû bikirim

Trump piştgirî da Elon Musk: Ezê Teslayeke nipînû bikirim

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump, li ser protestoyên bo kompaniya otomobîlên elektrîkî ya karsazê Amerîkî Elon Musk piştrgiriya xwe bo Musk ragihand. Trump got, ew dê otomobîleke nipînû ya bi marka Tesla bikire.

Serokê Amerîkayê Donald Trump, li ser hesabê xwe yê Truth Social derbarê protestokirina bayiyên "Tesla"yê li hemberî şêwirmendê wî û CEOyê Tesla Elon Musk de daxuyaniyek da.

Trump wiha got: "Elon Musk, ji bo alîkariya welatê me her tiştê xwe datîne holê û karekî fantastîk dike. Lêbelê çepên tundrew yên dîn, wekî ku bi piranî dikin, hewl didin bi awayekî neyasayî Teslayê boykot bikin, ku 'zarokê' Elon e û yek ji mezintirîn çêkerên otomobîlan a cîhanê ye, bi vî awayî hewl didin êrîşî Elon bikin û zirarê bidin her tiştê ku ew temsîl dike.

Heman tişt di hilbijartinên serokatiya 2024an de li sindoqên dengan li hemberî min jî hewl dan bikin, lê çi bû?"

Trump diyar kir, "Wekî nîşana bawerî û piştgiriya min ji bo Elon Musk, ez ê sibe serê sibê Teslayeke nipînû bikirim. Musk bi rastî Amerîkiyekî mezin e. Çima ew ê bê cezakirin ji ber ku ew jêhatîbûnên xwe yên mezin ji bo ku Amerîkayê cardin mezin bike bi kar tîne?".

Hêjayî gotinê ye, doh jî plaftorma Xê ya Elon Musk rastî êrîşeke mezin a hackeran hatibû û Musk bi vê Ukrayna tawanbar kiribû.

Ev nivîs 49 car hatiye xwendin.