Pirsgirêka zêdetirî 13,000 Kurdistaniyên ku li derveyî welêt asê mane, hat çareserkirin

Pirsgirêka zêdetirî 13,000 Kurdistaniyên ku li derveyî welêt asê mane, hat çareserkirin

PeyamaKurd – Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku pirsgirêka zêdetirî 13,000 welatiyên Kurd ên ku li derveyî welêt asê mabûn, hat çareserkirin.

Hat ragihandin ku ev çareserî bi fermana Serokwezîr Mesrûr Barzani pêk hat, ku ferman dabû welatiyên li derve vegerin welatê xwe.

Wezareta Navxwe, Ofîsa Têkiliyên Derve û Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî bi hevahengî li gel welatên peywendîdar xebitîn. Bi taybetî, bi koordînasyona li gel Tirkiyeyê, xeteke germ hat avakirin û formek ji bo welatiyan hate amadekirin. Piştî piştrastkirina ewlehiya vegerê, vîzeyên 3 rojî ji bo wan hat dayîn.

Di encamê de, pirsgirêkên 13,001 welatiyan hat çareserkirin, ku hin ji wan jixwe vegeriyane Herêma Kurdistanê û ev pêvajo berdewam dike.

Her weha, ji welatiyên ku li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê asê mane jî, heta niha 5,000 kes vegeriyane.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê welatî piştrast kirin ku xetên germ ji bo alîkariyê amade ne û bang li wan kir ku di rewşên pêwîst de dudiliyê nekin û daxwaza piştgiriyê bikin.

Ev nivîs 141 car hatiye xwendin.