Rejîma Îranê careke din rapbêjê Kurdî girt

PeyamaKurd – Tûmac Salihî, rapbêjê Kurdî ku bi Kurdiya Lorî distirê û mixalîfekî navdar ê rejîma Îranê ye, li Girava Kîşê ji aliyê çekdarên rejîmê ve hat girtin.
Li gorî Saziya Mafê Mirov a Hengawê, Tûmac Salihî, ku xelkê Şahînşehr a Îsfahanê ya Rojhilatê Kurdistanê ye, îro, Pêncşemê, 19ê Hezîrana 2025an, hatiye binçavkirin. Cih û rewşa wî ya niha hîn ne diyar e.
Parêzerê wî Mistefa Nîlî li ser rûpela xwe ya Instagramê wiha nivîsiye:
“Em nikarin tu agahiyê li ser girtina wî, ji rayedaran wergirin bê ka li derê tê girtin, û bi rewşa wî ya niha nizanin. Hikûmet bi tevahî berpirsiyara ewlehî û başbûna wî ye. Divê Tûmac tavilê were berdan.”
Hengawê bi bîr xist ku Tûmac Salihî berê di 2yê Kanûna Pêşîn a 2024an de, piştî temamkirina cezayê salekê li Girtîgeha
Her weha hat diyarkirin ku Tûmac Salihî di 30ê Cotmeha 2022yan de, di dema xwepêşandanên “Jin, Jiyan, Azadî”yê de, li gundê Gerd Bîşeh ê Borûcen, Parêzgeha Çaharmehal û Bextiyariyê hatibû girtin. Ew hingê bi sûcdariya “gendeliyê” mehkûmî cezayê bidarvekirinê bûbû, lê piştî îtîrazê ji vê sûcdariyê hativû beraetkirin.
Salihî ji ber çalakiyên xwe yên hunerî û sivîl gelek caran ji aliyê pergala dadweriya Îranê ve hatiye girtin û darizandin.
Ev nivîs 99 car hatiye xwendin.





