Sekreterê Hizbulahê: Şerê Îsraîl û Îranê dikare bibe sedema şerekî gurrtir

PeyamaKurd – Îro, roja Pêncşemê, Sekreterê Giştî yê Hizbullahê Neîm Qasim piştgiriya xwe ya tevahî ji bo Îranê ya li hember Amerîka û Îsraîlê ragihand û hişyarî da ku êrîşkariya berdewam dikare dibe sedema şerine gurrtir.
Di daxuyaniyekê de, Qasim gefên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên li dijî Rêberê Olî yê Îranê Ayetullah Elî Xamineyî şermezar kir û ew wekî provokasyoneke xeternak bi nav kir ku bêîstîqrariya herêmî gurrtir dike.
Wî tekez kir ku yekîtîya di navbera "hêzên berxwedanê" de ji bo şikandina êrîşa heyî pir girîng e.
Qasim her weha pesnê piştgiriya Îranê ya ji bo "berxwedanê û pabendbûna wê ya bêwestan ji bo rizgarkirina Filistîn û Qudsê" veda, û îdia kir ku êrîşa bi serkêşiya Amerîka û Îsraîlê ne tenê li dijî Îranê ye, "ew li dijî hemû gelên herêmê û gelên azad ên cîhanê ye."
Ev nivîs 114 car hatiye xwendin.




