Berdevkê Artêşa Îsraîlê: Em nikarin di bin siya Îraneke nukleerî de bijîn

PeyamaKurd – Peyvdarê artêşa Îsraîlê, tîggeneral Effie Defrin, îro, roja Înê got ku Îran dikare êrîşên xwe yên li dijî Îsraîlê berdewam bike û artêş ji bo jiholêrakirina van gefan dixebite.
Defrin di civîneke çapemeniyê de got, "Îran xwedî şiyanên leşkerî ye û dê di pêşerojê de dîsa êrîşî me bike. Em amade ne ku rûbirûyê wê bibin."
Wî tekez kir ku "ewlehiya welatiyên Îsraîlê ji bo me erka sereke ye", û her weha got ku Îsraîl bi rojên tijî zehmetiyan re rû bi rû ye.
"Artêşa Îsraîlê li heft eniyan de şer dike, di nav de Hemas li Xezeyê jî heye, û em ji bo rakirina hemû gefan dixebitin."
Berdevk destnîşan kir ku operasyonên leşkerî dê berdewam bikin û berfireh bibin heta ku armancên me bi cih werin.
Wî weha dawî li axaftina xwe anî:
Ev nivîs 84 car hatiye xwendin."Em nikarin di bin siya Îraneke nukleerî de bijîn. Em ê heta ku armanca xwe pêk bînin şer bikin."





