Erdogan û Merz axivîn: Gefa li ser herêmê gihîştiye asta herî bilind

Erdogan û Merz axivîn: Gefa li ser herêmê gihîştiye asta herî bilind

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoğan û Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz li ser rewşa dawî ya Rojhilata Navîn û peywendiyên dualî axivîn.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariya Tirkiyeyê, di civînê de şerê di navbera Îsraîl û Îranê de, peywendiyên dualî û mijarên herêmî hatin gotûbêjkirin.

Erdoğan destnîşan kir ku riya çareserkirina nakokiyên nukleerî yên bi Îranê re ji maseya danûstandinan derbas dibe û êrîşa Îsraîlê ya li dijî Îranê rewşa aloz a li herêmê gihandiye asta herî bilind. Erdogan diyar kir ku ev pêla tundûtûjiyê ya ku bi êrîşên Îsraîlê dest pê kiriye, dibe ku ji aliyê koçberî û îhtimala belavbûna bandorên nukleerî ve zirarê bide herêmê û Ewropayê jî.

Serokomarê Tirk tekez kir ku Tirkiye ji bo bidawîkirina şer û misogerkirina aramiya li herêmê hewl dide û ev hewl dê bidomin.

Ev nivîs 82 car hatiye xwendin.