ENKSê banga derxistina çekdaran ji Efrînê kir

PeyamaKurd- Encûmena Niştîmanî ya Kurdî (ENKS) piştî kuştina ciwanekî li Efrînê banga sizadana tawanbaran û derxistina paşmayên komên çekdar ji Efrînê kir.
ENKSê îro 19ê Hezîranê daxuyaniyek derbarê kuştina ciwanê bi navê Mustefa Cemîl Şêxo bi guleyên çekdarên nenas, belav kir.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ev ne tawana yekemîn e û herêma Efrînê ji ber zincîra dizî, binpêkirin, kuştin û talankirina li dijî welatiyên resen, dinale".
Xwecihiya ENKSê da zanîn, ew daxwazê ji aliyên pêwendîdar dikin ku di cî de dûvçûna tawanbaran û kesên ji derveyî yasayê bikin û wan li ser tawanên wan ceza bikin.
Herwiha ENKSê di daxuyaniyê de banga derxistina paşmayên komên çekdar ji Efrînê kir û got, "Piştî ketina rejîma Esed rê hatin vekirin û ti behane û wate ji mana wan malbatên li Efrînê hatine bicihkirin re nîne.".
Ev nivîs 112 car hatiye xwendin.




