Iraq bi qasî 2.78 milyar dolarî berevaniya xwe ya asmanî xurt dike

Iraq bi qasî 2.78 milyar dolarî berevaniya xwe ya asmanî xurt dike

PeyamaKurd – Wezîrê Parastinê yê Iraqê Sabit Ebasî ragihand ku welatê wî planeke berfireh û stratejîk ji bo xurtkirina kapasîteya parastina hewayî bi cîh aniye. Ebasî di daxuyaniyê de got:

"Parastina serweriya Iraqê ne tenê armancek e, lê berpirsiyariyeke girîng e. Em bi biryardarî di vî warî de xebatên xwe didomînin."

Iraqê bi şîrketa LIG Nex1ê, ku girêdayî Wezareta Parastinê ya Koreya Başûr e, peymanek îmze kiriye ji bo kirîna sîstema parastina hewayî ya Cheongung (M-SAM2), ku sîstemeke bi bandor a bilindahiya navîn e. Sewqiyata yekem a vê sîstemê dê di mehên pêş de dest pê bike û li gorî bernameyeke diyarkirî berdewam bike.

Ebasî her weha aşkera kir ku koma yekem a helîkopterên veguhastina leşkerî yên celebê Caracalê ji Fransayê hatiye wergirtin û sewqiyatên din jî dê di demek nêzîk de temam bibin.

Ev gavên Iraqê piştî şerê vê dawiyê yên di navbera Îran û Îsraîlê de tên, ku tê gotin her du aliyan qada hewayî ya Iraqê ji bo êrîşên mûşekî û balafirên bêpîlot (UAV) bi kar anîne. Vê yekê Iraq neçar kiriye ku ji bo parastina serweriya xwe ya hewayî tedbîrên xurt bigire.

 

Ev nivîs 84 car hatiye xwendin.