Îsraîlê pêleke nû ya êrîşan bi ser binesaziya Îranê de ragihand

Îsraîlê pêleke nû ya êrîşan bi ser binesaziya Îranê de ragihand

PeyamaKurd- Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan li dijî binesaziyên leşkerî yên li herêmên navîn û rojavayê Îranê êrîşên asmanî yên nû dane destpêkirin.

Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hatiye dayîn de hat gotin ku, "Artêşa Îsraîlê li dijî binesaziyên leşkerî yên li herêmên navîn û rojavayê Îranê êrîşeke asmanî daye destpêkirin."

Derbarê hurgiliyên êrîşê de ti agahiyên berfireh nehatin parvekirin.

Ev êrîşên nû di demekê de pêk tên ku aloziya di navbera her du welatan de di asteke bilind de ye. Herwiha Îranê jî îro 20ê Hezîranê cardin êrîşeke moşekî bi ser Îsraîlê de da destpêkirin.

Ev nivîs 93 car hatiye xwendin.