Cezayên nû yên Amerîkayê li ser Îranê: 8 şirket û kesek!

PeyamaKurd – Rêveberiya Amerîkayê bi hinceta ku dabînkirin û veguhestina maşînên hestiyar ên pîşesaziya berevaniyê ya Îranê pêşkêş dikin, 1 kes û 8 şîrket xistin lîsteya cezayan. Wezîrê Xezînedariya Amerîkayê Scott Bessent di vê daxûyaniyê de bal kişand ser kêmkirina şiyana Îranê ya di hilberîn û belavkirina çekên kujer de.
Di daxuyaniya Wezareta Xezînedariya Amerîkayê de hat ragihandin ku rêxistinên ku makîneyên hesas ji bo pîşesaziya berevaniyê ya Îranê dabîn dikin, bûne hedefa êrîşan.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku 1 kes û 8 şîrket bi hêceta ku dabînkirin û veguhestina maşînên hestiyar ên pîşesaziya berevaniyê ya Îranê dikin, ketin lîsteya cezayan.
Herwiha di daxuyaniyê de hat gotin ku ceza li ser keştiyeke şîrketa Unico Shipping ya Hong Kongê jî hatiye sepandin û hat ragihandin ku armanca wan cezayan ew e ku Îranê ji pêşxistina şiyanên moşekî û çekên din re nehêle û gihandina çavkaniyên Supaya Pasdarên Şoreşa Îranê û endamên wekaletê qut bike.





