Pûtîn: Bersiva me ya ji bo bikaranîna 'bombeya qirêj' wê felaket be!

Pûtîn: Bersiva me ya ji bo bikaranîna 'bombeya qirêj' wê felaket be!

PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Pûtîn di rûniştina Foruma Aborî ya Navneteweyî ya St. Petersburgê de bersiva pirsan da.

Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn diyar kir ku bersiva Rûsyayê ya li hemberî bikaranîna 'bombeya qirêj' a Ûkraynayê wê bibe felaket û hêviya xwe anî ziman ku ev yek pêk neyê.

Pûtîn di rûniştina giştî ya Foruma Aborî ya Navneteweyî ya St. Petersburgê de axivî.

"Di doktrîna xwe ya nukleerî de, di aqilê xwe yê hevpar de û di kirinên xwe de, em her gav diyar dikin ku em bersivê didin hemû gefên li ser me. Ji ber vê yekê, bersiva me dê ji bo rejîma neo-Nazi û mixabin ji bo Ukraynayê jî pir tund û belkî felaket be. Ez hêvî dikim ku em tu carî neyên vê nuqteyê."

Ev nivîs 60 car hatiye xwendin.