Li Îranê erdhejeke bihêz çêbû!

Li Îranê erdhejeke bihêz çêbû!

PeyamaKurd – Li paytexta Îranê Tehran, parêzgehên Qum û Semnanê erdhejek bi pileya 5.2 pêk hat.

Enstîtuya Erdhejê ya Amerîkayê mezinahiya erdheja li Îranê 5,2 ragihand.

Hat ragihandin ku erdhej bi qasî 37 kîlometreyan li başûrrojavayê bajarê Semnanê 10 kîlometre di bin erdê de pêk hatiye.

Erdheja ku bû sedema tirsê, li gelek bajaran hat hîskirin.

Ev nivîs 70 car hatiye xwendin.