ENKS: Em ê ji bo armancên gelê Kurd hemû hewlan bidin

PeyamaKurd- Encûmena Niştîmanî ya Kurdî (ENKS) ragihand ku ew dê ji bo parastina mafên hemû pêkhateyên Sûriyê û hebûna planekê ji bo dîtina çareseriyeke giştgir di navbera hemû aliyan de di Sûriya pêşerojê de, hemû hewlan bidin.
Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, îro 20ê Hezîranê bi amadebûna serokê ENKS Mihemed Îsmaîl û endamên Desteya Serokatiyê, Emîndariya Giştî ya ENKS civîna xwe ya asayî li dar xist.
Di civînê de geşedanên dawî yên siyasî li Sûriyê û bandora şerê Îsraîl û Îranê li ser herêmê bi giştî û bi taybetî li ser Kurdan hatin gotûbêjkirin.
Di civînê de li ser avakirina Şanda Kurdî ya ku ji encama konferansa Yekrêziyê derketibû hate rawestîn.
Di dawiya civînê de berdevkê fermî yê ENKSê Feysel Yûsif, pêwîstiya hebûna planekê ji bo dîtina çareseriyeke giştgir di navbera hemû aliyan de di Sûriya Pêşerojê de anî ziman û got, Şanda Kurdî wê hemû hewlên xwe bide ji bo pêkanîna armancên miletê Kurd.
Ev nivîs 104 car hatiye xwendin.




