Li Efrînê protestoya kuştina zarokê Kurd: Hejmarek xwepêşander hatin revandin

Li Efrînê protestoya kuştina zarokê Kurd: Hejmarek xwepêşander hatin revandin

PeyamaKurd- Hate ragihandin, hejmareke ciwanên ku li dijî çekdarên bi ser Tirkiyê ve li Efrînê xwepêşandan li dar xistibûn, hatine revandin.

Li gorî çavkaniyên xwecihî îro 20ê Hezîranê li Efrînê hejmareke ciwanan li dijî tawanên çekdarên bi ser Tirkiyeyê ve ku piştî hilweşîna rejîma Esed hê jî hin komên wan li Efrînê mane, xwepêşandan li dar xistin. Ciwanan xwepêşandan piştî bûyera kuştina zarokê bi navê Mistefa Şêxo li dar xist.

Li gorî agahiyan, xwepêşandan ji Çerxerêya Newroz a bajarê Efrînê dest pê kir. Dema meşê çekdaran gule li xwepêşandêran reşand û piştre jî hejmarek jiwan birin cihekî nediyar.

Ev nivîs 91 car hatiye xwendin.