Hevdîtina Erdogan û Serokwezîrê Ermenîstanê Paşînyan bi dawî bû

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan qebûl kir. Di hevdîtinê de têkiliyên navbera Tirkiye û Ermenîstanê, pêvajoya aştî û diyalogê ya li Başûrê Kafkasyayê û geşedanên heyî yên li ser herêma me hatin nirxandin.
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Ofîsa Serokomariyê ya Dolmabahçeyê ya li Beşîktaşê Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan qebûl kir.
Di hevdîtinê de têkiliyên navbera Tirkiye û Ermenîstanê, pêvajoya aştî û diyalogê ya li Başûrê Kafkasyayê û geşedanên heyî yên li ser herêma me hatin nirxandin.
Erdogan bal kişand ser girîngiya peymana ku di muzakereyên aştiyê yên di navbera Azerbaycan û Ermenîstanê de di konjonktura heyî de pêk hatiye.
Wî diyar kir ku Tirkiye wê her cure piştgiriyê bide xebatên ku bi armanca pêşxistina herêmê bi feraseta "qezenc-qezenc" tên kirin. Di hevdîtinê de gavên ku di çarçoveya pêvajoya normalîzasyona navbera Tirkiye û Ermenîstanê de dikarin bên avêtin jî hatin nirxandin.
Erdogan diyar kir ku Tirkiye ji bo îstiqrara ne tenê li Kafkasyayê, li seranserê herêmê îstiqrarê pêk bîne hemû îmkanên dîplomasiyê bi kar tîne û da zanîn ku ji bo metirsiyên ku ji spiralên tundiyê yên ku bi êrîşên Îsraîlê yên li ser Îranê dest pê kir ji holê rakin, têkiliyên xwe yên bi lîderan re didomînin.
Piştî hevdîtina ku nêzî 1 saet dewam kir, her du serok ji Dolmabahçeyê derketin.





