Serdeşt: Artêşa rejîmê ji nîştecihên wan xwest ku 3 taxên bajêr vala bikin

Serdeşt: Artêşa rejîmê ji nîştecihên wan xwest ku 3 taxên bajêr vala bikin

PeyamaKurd – Spaha Pasdaran a rejîma Komara Îslamî ya Îranê hişyariyeke lezgîn belav kiriye û ji nîştecihên taxên Aşan, Girdesor û Nêzeroyê yên bajarê Serdeştê yê Rojhilatê Kurdistanê xwestiye ku her 3 taxan tavilê vala bikin.

Ev banga valakirinê di demekê de ye ku şerê rejîma Îranê û Îsraîlê gurrtir dibe, ku li gorî çavkaniyan rewşeke ewlekariyê ya aloz li bajarê Serdeştê jî heye weke gelek bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê.

Saziya Mafê Mirov a Hengawê ragihand ku hêzên Wezareta Îtila’tê (dîsîplîn), Spaha Pasdaran û hêzên întizamî li dibistanên bajarê Serdeştê hatine bicîhkirin. Her weha, malbatên hêzên leşkerî û berpirsên hikûmetê yên li bajarê Serdeştê dest bi valakirinê kirine û vedigerin bajarên xwe yên eslî. Vê yekê metirsiya ewlekariyê di dilê nîştecihên Serdeştê peyda kiriy.

Heta niha, agahiyên berfireh li ser sedemên van pevçûnan an jî armanca fermana valakirinê bi awayekî zelal nehatine eşkerekirin.

Lê belê, çavdêr destnîşan dikin ku ev gav dikare bi operasyonine bi xwe re bînin li dijî partiyên Kurdî yên Rojhilatê an jî têkildar be bi rewşeke din a awarte ve.

 

Ev nivîs 153 car hatiye xwendin.