Ji ber betalkirina geştên asmanî deriyên navbera Bakur-Başûr xitimîn

PeyamaKurd- Piştî ku ji ber şerê Îsraîl-Îranê geştên asmanî yên Iraq û Herêma Kurdistanê hatin rawestandin, di deriyê sînorî yê navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê de qelebalixiyekeme mezin çêbû.
Di çend rojên dawî de, welatiyên Iraq û Herêma Kurdistanê, bi taybetî yên ku ji Ewropa û Tirkiyeyê tên, ji ber nebûna seferên balafiran xwe bi rêya bejahî digihînin balafirgehên bajarên Bakurê Kurdistanê yên li Diyarbekir, Mêrdîn, Şirnex, Wan, Dîlok û Batmanê.
Welatiyên ku ji derve tên bi otomobîl û otobusan ji ser Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîl û Deriyê Sînorî yê Serzêrê hewl didin derbasî Herêma Kurdistanê bibin.
Ev jî bûye sedem ku li wan deriyan qelebalixiyeke mezin çêbibe û di çûnûhatinê de astengî derkevin. Li gorî zanyariyan çûnûhatina wan deriyan li gorî beriya şerê Îsraîl-Îranê ji sedî 40 zêde bûye.
Ev nivîs 54 car hatiye xwendin.




