Piştî êrîşa Îsraîlê televizyona dewleta Îranê kete çi halî?

Piştî êrîşa Îsraîlê televizyona dewleta Îranê kete çi halî?

PeyamaKurd- Piştî êrîşa 16ê Hezîranê ya Îsraîlê bi ser televizyona dewleta Îranê de, dîmenên ziyana mezin a li ser avahiya wê hatin belavkirin.

Li gorî dîmenan zirareke mezin gihîştiye avahiya Saziya Radyo û Televîzyonê ya Îranê (IRIB) ku roja 16ê Hezîranê balafirên Îsraîlê dema weşana zindî êrîşî wê kiribû.

Avahiya Cam a IRIBê piştî teqîna tund ziyaneke mezin dîtiye û beşeke mezin a avahiyê bêkêr bûye.

Herwiha di dîmenan de xuya bû ku dîwar hilweşiyane, piraniya caman şikestine û ofîs bi tevahî bêkêr mane.

Di daxuyaniya piştî êrîşê de hatibû gotin ku 3 kes mirine û gelek kes jî birîndar bûne.

Ev nivîs 109 car hatiye xwendin.