Wezîrên karên derve yên Amerîka û Îngilistanê civiyan

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Araqçî îro li Cenevreya Swîsreyê dê bi wezîrên derve yên Brîtanya, Fransa û Almanyayê re hevdîtinê bike. Beriya vê civînê, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio bi hevtayê xwe yê Îngilîstanê David Lammy re civiya.
Wezareta Derve ya Amerîkayê di daxuyaniyeke xwe de diyar kir ku di civînê de şerê di navbera Îsraîl û Îranê de hatine nîqaşkirin û her du aliyan li ser wê yekê li hev kiriye ku divê Îran tu carî çekên nukleerî bi pêş nexe an bi dest nexe.
Ev hevdîtin di demekê de pêk tê ku piştî êrîşên asmanî yên Îsraîlê yên roja Înê ya hefteya borî li ser tesîsên leşkerî û nukleerî yên Îranê, aloziyên li herêmê zêde bûne.
Her weha Rubio û Lammy li ser hewldanên ji bo bidawîkirina şerê Rûsya-Ûkraynayê û mijarên din ên hevkariyê yên di navbera her du welatan de axivîn.
Di heman demê de, Civîna Bilind a NATOyê ya li Den Haagê jî di rojevê de bû, ku tê de girîngiya zêdekirina lêçûnên parastinê ji bo parastina aştî û aramiyê hate gotûbêjkirin.
Ev nivîs 76 car hatiye xwendin.





