Îranê ji bo êrîşa ser tesîsa nukleerî bangewazî li NY kir

PeyamaKurd – Îranê ji bo êrîşa li ser Reaktora Nukleerî ya Ava Giran a Arakê bangewazî li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) kir û xwest ku biryara hejmar 487 ya sala 1981ê ya ku bi yekdengî li dijî êrîşa Îsraîlê ya li ser tesîsa nukleerî ya Iraqê hatibû wergirtin, were bicihanîn.
Wezîrê Derve yê Îranê, Ebas Arakçî, di daxuyaniya xwe ya li ser medyaya civakî de ev êrîş wekî binpêkirineke giran a hiqûqa navneteweyî bi nav kir û got ku reaktora Arak di bin çavdêriya Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî (UAEA) de bû û li gorî mercên teknîkî yên di çarçoveya Plana Çalakiyê ya Berfireh a Hevpar (JCPOA) de hatibû avakirin.
Arakçî hişyarî da ku eger KENY bêdeng bimîne, wê neçar bimîne ku ji raya giştî ya navneteweyî re rave bike ka çima ev prensîbên hiqûqî tenê di hin rewşan de têne bicihanîn.
Arakçî got, eger sîstema navdewletî ya ji bo pêşîgirtina li belavbûna çekên nukleerî li seranserê cîhanê hilweşe, berpirsiyarî tevî Îsraîlê wê li ser milê wan be.
Ev nivîs 85 car hatiye xwendin.




