SOHR: Bi nivîsên ser dikanan gef li Durziyan hate xwarin

PeyamaKurd- Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand, li bajarê Qetna yê gundewarên Şamê bi nivîsên ser deriyên dikanan gef li Durziyan hate xwarin. Hate diyarkirin ku nivîsên gefxwarinê tirs di nava xelkê deverê de çêkiriye ku beriya niha di meha Adarê de komkujî li ser wan hatibû kirin.
SOHRê da zanîn ku gotinên wekî "Em ê vegerin", "Durzî Yehûdî ne" û "Veneke, xwîna te tê rijandin" li ser deriyên dikanên Durziyan hatine nivisandin.
Li gorî SOHRê ev gef piştî êrîşa li xwediyê dikanekê ku di encamê de ji lingê xwe ve birîndar bû, hatin xwarin.
Ev nivîs 87 car hatiye xwendin.




