Dadgeha Federal a Iraqê hilweşîya: Sedem diyar bû

Dadgeha Federal a Iraqê hilweşîya: Sedem diyar bû

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku 6 endamên daîmî â 3 endamên yedek ên Dadgeha Federal a Iraqê dest ji kar berdane û dadgeh bi vî awayî hilweşiyaye.

Endamê Parlamentoya Iraqê ji fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Şerwan Duberdanî, li ser mijarê daxuyanî da û got, şeş endamên daîmî û sê endamên yedek dest ji kar kêşane, niha sê dadwer tenê mane ku bi wê hejmarê ji bo civînê hejmara tê xwestin temam nabe û nikarin ti biryarekê bidin.

Duberdanî got: "Divê heft ji wan her dem amade bin. Niha ew nikarin fermanan bidin, ji ber vê yekê pirsgirêka mûçeyan di navbera her du hikûmetan de dimîne."

Parlamenterê PDKê eşkere kir ku sedema dest ji kar kêşana dadweran bi doza Xor Ebdullah ve girêdayî ye.

Hêjayî gotinê ye Hikûmeta federal a Iraqê û hikûmeta xwecihî ya Besrayê vê dawiyê bi Kuweytê re li ser herêmeke avê ya bi navê herêma Xor Ebdullah peymanek îmze kirin, ku hin milîs wê wekî lihevkirineke li ser axa Iraqê ji bo Kuweytê dibînin.

Ev nivîs 113 car hatiye xwendin.