Macron: Bernameya atomî ya Îranê gefeke cidî ye

Macron: Bernameya atomî ya Îranê gefeke cidî ye

PeyamaKurd – Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron hişyarî da ku bernameya atomî ya Îranê gefeke cidî li ser aştiya cîhanî ye. Di daxuyaniyeke xwe de li ser aloziyên Rojhilata Navîn, Macron tekez kir ku Ewropa ji bo çareseriya pirsgirêka atomî ya Îranê bi rêya danûstandinan hewl dide û ev yek ji bo Parîsê karekî bingehîn e.

Macron her weha got, "Danûstandinên bi Îranê re divê ne tenê bernameya atomî, lê bandora wê li ser komên çekdar ên Rojhilata Navîn jî li xwe bigrin."

Wî bal kişand ser girîngiya kêmkirina aloziyên herêmê bi rêyên dîplomatîk.

 

Ev nivîs 68 car hatiye xwendin.