Peyman di navbera Rêveberiya Xweser a Rojava û Sûriyê de hat îmzekirin

PeyamaKurd – Encumena Enerjiyê ya Rêveberiya Xweser a Rojava û Wezareta Enerjiyê ya Sûriyê li ser "hêzkirina qada enerjiyê, parastina Bendava Firatê û bicihanîna pêdiviyên herêmê" li hev kirin.
Di çarçoveya berdewamkirina rêkeftinên di navbera Rêveberiya Xweser a Rojava (Bakur û Rojhilatê Sûriyê) û rêveberiya Şamê de, îro di navbera Komîteya Enerjiyê ya Rêveberiya Xweser û Wezareta Enerjiyê ya Hikûmeta Şamê de civînek hat lidarxistin. Civîn li Helebê pêk hat.
Di hevdîtinê de her du alî lihevkirin û hevkariyeke hevbeş di warê enerjiyê de ji bo "rakirina fişarên li ser Bendava Firatê (Bendava Tebqa)" û parastina rezervên avê pêk anîn.





