Bi 100 hezaran tûrîst berê xwe didin Geliyê Elî Beg

Bi 100 hezaran tûrîst berê xwe didin Geliyê Elî Beg

PeyamaKurd – Geliyê Elî Beg, yek ji navendên geştiyariyê yê Herêma Kurdistanê, di cejna Qurbanê de bûye cihê serdana bi deh hezaran geştiyaran.

Ev geliyê 12 kîlometreyî, ku li navçeya Soran a parêzgeha Hewlêrê di navbera çiyayên Korek û Biradost de ye, bi sûlava xwe ya navdar û xwezaya xwe ya bêhempa her sal mêvanan dikişîne.

Li gorî zanyariyên Desteya Geştiyariyê ya Herêma Kurdistanê, di du rojên ewil ên cejna Qurbanê de zêdetirî 208,000 geştiyar serdana deverên geştiyariyê yên Herêmê kirine, ku beşeke girîng ji van geştiyaran berê xwe dane Geliyê Elî Beg.

Hejmara zêde ya mêvanan bû sedem ku rêya Hamilton a li gelî ji ber qelebalixiyê dike were girtin.

Geliyê Elî Beg, ku navê xwe ji Mîr Elî Begê Êzidî yê di sala 1833yan de li vê deverê hatibû kuştin girtiye, bi dîroka xwe ya kevnar û bedewiya xwezayî wekî semboleke geştiyariyê ya Herêma Kurdistanê tê dîtin.

 

Ev nivîs 76 car hatiye xwendin.