Rûsya: Em amadekariya êrîşa li ser Dnîpropetrovskê dikin.

PeyamaKurd- Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ragihand ku artêşa wan li Donbasê gihîştiye sînorê rojavayê Donetskê û ji bo êrîşa li ser herêma Dnîpropetrovskê amade ye.
Hat diyarkirin ku yekîneyên leşkerî yên Rûsyayê yên Başûr, li Donetskê kontrola gundê Zarya bi dest xistine.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Hêzên Tankê yên 90emîn ên koma hêzên navendî gihîştin sînorê rojavayê Komara Gel a Donetskê û êrîşên xwe li ser axa herêma Dnîpropetrovskê didomînin."
Herwiha hat ragihandin ku Rûsyayê 64 Dronên Ukraynayê li ser herêmên cûda xistine xwarê, di nav wan de Moskow, Bryansk, Belgorod, Kaluga, Tula, Oryol, Kursk û Krîm hene. Ji ber vê yekê, li hin firokexaneyên Rûsyayê jî qedexeyên demkî li ser firînan hatin danîn.
Ev nivîs 107 car hatiye xwendin.