Îsraîlê girt ser Keştiya Madleenê

Îsraîlê girt ser Keştiya Madleenê

PeyamaKurd –Hat ragihandin ku artêşa Îsraîlê mudaxeleyî keştiya Madleen kiriye, ku ji bo gihandina alîkariya mirovî bo Xezzeyê bi rê ketibû û 12 çalakvanên mafên mirovan tê de bûn, û têkiliya bi keştiyê re qut bûye.

Di daxuyaniya ku li ser hesabê Telegramê yê Hevpeymaniya Flotîla Azadiyê hatiye dayîn de, derbarê rewşa li ser keştiyê de agahî hat dayîn.

Di daxuyaniyê de, ku tê de hate gotin ku artêşa Îsraîlê girtiye ser keştiya Madleenê, wiha hate gotin, "Têkiliya bi Madleen re qut bû. Artêşa Îsraîlê siwarî keştiyê bû. Dilxwazên li ser keştiya Madleen ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hatin revandin."

Di daxuyaniyê de hat xwestin ku zext li ser wezaretên derve yên welatên ku parêzvanên mafên mirovan ên revandî ne û ji bo piştgiriya Filistîniyên birçî yên li Xezzeyê rê vedikin û ewlehiya wan misoger dikin, were kirin.

 
Ev nivîs 37 car hatiye xwendin.