El Ereb: Amerîkayê plana hikûmeta Sûriyê bi şert qebûl kir

El Ereb: Amerîkayê plana hikûmeta Sûriyê bi şert qebûl kir

PeyamaKurd- Rojnameya El Ereb li ser plana tevlîkirina çekdarên cîhadî yên biyanî di nav artêşa nû ya Sûriyê de, eşkere kir ku Amerîkayê plana ku ji aliyê rayedarên Sûriyeyê ve hatiye pêşniyarkirin, erê kiriye.

Rojnameyê diyar kiriye, "Amerîka plana ku ji aliyê rayedarên Sûriyeyê ve hatiye pêşniyarkirin pejirand ku bi hezaran çekdarên biyanî yên ku berê beşeke opozîsyonê bûn, beşdarî Artêşa Nîştimanî bibin, bi şertê ku ev yek bi zelalî pêk were.

Di nûçeyê de hatiye gotin ku ev gav helwesteke neçarî ya Washingtonê ye ku van kesan adabte bike û wan bixe bin çavdêriya nêzîk. Herwiha hatiye  diyarkirin, "Çavdêran hişyarî da ku tevlîkirina biyaniyan di nava hêzên hikumetê de, yan dayîna hemwelatîbûna Sûriyeyê ji wan re, dê nîşaneke neyînî be ji bo hundirê Sûriyeyê, nemaze piştî ku rola wan di êrîşên tund ên li ser Elewiyan li beravên Sûriyeyê eşkere bû. Herwiha tundiya li hember Durziyan. Hebûna wan a berdewam tê wê wateyê ku rejîm dê her tim tundraw be."

Ev nivîs 139 car hatiye xwendin.