Rojava | DAIŞê bi bombeya destan êrîşî xala asayîşê kir

Rojava | DAIŞê bi bombeya destan êrîşî xala asayîşê kir

PeyamaKurd- Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Rojavayê Kurdistanê ragihand ku çekdarên DAIŞê êrîşî xaleke asayîşê kirine û ew êrîş hatiye pûçkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku şaneke çekdarên DAIŞê şeva Şemiyê bi bombeyeke destan êrîşî xaleke Hêzên Ewlekariyê li gundê El Sebha li rojhilatê Dêrazorê kirin û dema ku vekişiyan jî gule berdan xaleke parastinê ya stastoyna avdaniyê.

Hate ragihandin ku hêzên wan bersiva êrîşê dane. Hate diyarkirin ku herwiha dema hêzên asayîşê dewriye li navenda bajarê El Bisêra ji bo piştgriyê derketibû rastî êrîşê hatine.

Li gorî daxuyaniyê, Hêzên Ewlekariyê êrîş têk birine û ti ziyan li hêzên wan nebûye.

Ev nivîs 131 car hatiye xwendin.