Malbata Ocalan serdana Girava Îmraliyê kir

Malbata Ocalan serdana Girava Îmraliyê kir

PeyamaKurd - Biraziyên Ocalan ji bo Cejna Qurbanê çûn Girava Îmraliyê. Serdana malbatî li Girava Îmraliyê hate kirin. Ocalan, ku peyama cejnê da, got, "Ez Cejna Qurbanê ya bê qurbanî li gelê me pîroz dikim. Silav ji hemû gelê me re."

Li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F ya Îmraliyê ji bo Cejna Qurbanê serdanek malbatî hate kirin.

Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û girtiyên bi navê Omer Hayri Konar, Hamili Yildirim, Veysi Aktaş, Zekî Bayhan, Mahmut Yamalak û Engîn Atabey di çarçoveya betlaneya Cejna Qurbanê de bi xizmên xwe re civiyan.
Ew cara yekem bi biraziyên xwe yên zarok re civiya

Di nav mêvanên Abdullah Ocalan de ku doh serdana malbatî kirin, biraziyên wî Omer Ocalan û Elî Ocalan, û herwiha du biraziyên wî yên zarok jî cara yekem serdana wî kirin.

Bi vî awayî, Abdullah Ocalan, ku di 15ê Sibata 1999an de anîne Îmraliyê, ji wê rojê ve cara yekem bi zarokan re hevdîtin kiriye.
Daxuyaniyek ji Ofîsa Hiqûqê ya Asrinê
Li gorî daxuyaniyek nivîskî ya Ofîsa Hiqûqê ya Asrinê, Abdullah Ocalan û biraziyê wî Omer Ocalan, Alî Ocalan û du zarokên biraziyê wî, Hamili Yildirim û birayê wî û pismamê wî Omer Hayri Konar û birayê wî serdana malbatê kirine.

Di daxuyaniyê de hat gotin:
"Birêz Abdullah Ocalan û biraziyên wî Omer Ocalan, Alî Ocalan û du zarokên biraziyên wî; Birêz Hamili Yıldırım û bira û pismamê wî; Birêz Omer Hayri Konar û birayê wî; di 7ê Hezîrana 2025an de ji bo serdana Cejna Qurbanê li Girtîgeha Girava Îmraliyê serdana malbatê kirin.

Birêz Veysi Aktaş û birayên wî, ku ew jî li Girtîgeha Girava Îmraliyê girtî ne; Birêz Ergin Atabey, ku vê dawiyê ji bo Îmraliyê hatiye veguhastin, Birêz Mahmut Yamalak û Birêz Zekî Bayhan û birayên wî di 8ê Hezîrana 2025an de ji bo serdana Cejna Qurbanê serdana malbatê kirin."

Peyama cejnê ya Ocalan

Biraziyê Ocalan, Parlamenterê Partiya DEM a Rihayê Omer Ocalan jî di postekê de peyama Ocalan parve kir û got:
"Me bi boneya Cejna Qurbanê bi Birêz Abdullah Ocalan re wekî malbata wî hevdîtinek pêk anî. Baweriya me ya ku pêvajoya ku bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk dest pê kir wê deriyê siyasetek nû, rêxistinek nû û wateyek nû veke, xurttir bûye.

Di vê serdema ku pêşketinên girîng û dîrokî diqewimin de, ez peyama cejnê ya Birêz Abdullah Ocalan pêşkêşî raya giştî dikim: 'Ez Cejna Qurbanê ya bê qurbanî ya gelê me pîroz dikim. Silav ji hemû gelê me re."

Ev nivîs 93 car hatiye xwendin.