Ji Fransa, Brîtanya û Kanadayê pêşmercên naskirina dewleta Filîstînê

PeyamaKurd- Li gorî nûçeyên medya Erebistana Siûdî, Fransa, Brîtanya û Kanada ji bo naskirina Dewleta Filîstînê, çend pêşmerc pêşkêşî Rêveberiya Filîstînê (RF) û Hamasê kirine.
Di nûçeyên ku xwe dispêrin çavkaniyên rojavayî û herêmî de, hate gotin ku di nav van pêşmercan de reformên siyasî yên cidî di Rêveberiya Filîstînê de û bêçekkirina Şerîda Xezeyê hene. Welatên navborî, li Şerîaya Rojava avakirina parlameneke karbiker, lidarxistina hilbijartinên azad û adil û soza veguhestina desthilatdariyê bi awayekî aştiyane daxwaz kirin.
Ji Hamasê jî hat xwestin ku desthilatdariya xwe ya Şerîda Xezeyê radestî hikûmeteke Filîstînî ya hilbijartî bike û xwe bêçek bike.
Ev pêşmerc nîşan didin ku welatên Rojava dixwazin çareseriyeke berfireh ji bo nakokiya Filîstîn-Îsraîlê peyda bikin, ku tê de aramî û rêveberiyeke demokratîk li her du herêman (Şerîaya Rojava û Xeze) pêk were.
Ev nivîs 109 car hatiye xwendin.




