Gef li berpirsa Kovara “Ma’ez Est”ê ya Stenbolê hat xwarin

Gef li berpirsa Kovara “Ma’ez Est”ê ya Stenbolê hat xwarin

PeyamaKurd – Berpirsa Kovara Ma’z Estê ya li Stenbolê, Keybanûyê, îro, di 9ê Hezîrana 2025an de li ser platforma Xê daxuyaniyek belav kir.

Wê diyar kir ku di du rojên dawî de rastî gelek tehdît û heqaretên ji aliyê kesên nenas ve hatiye, ku xwe wekî alîgirên PKKyê didin naskirin.

Keybanûyê got ku ev êrîş li ser wê û kovara wê bi awayekî girseyî têne kirin û sedema wan nirxên ku ew diparêzin û her weha polîtîkaya weşanê ya kovara wê ye. Wê ev yek wekî êrîşeke mezin bi nav kir û anî ziman ku “heger tiştek bi serê wê”, divê her kes bizanibe ku sedem ew prensîb in ku ew û kovara xwe, wan diparêzin.

Ji aliyê din ve, Kovara Ma’z Estê di posteke 8ê Hezîrana 2025an de ragihand ku bi navê PKKyê êrîş li ser kovarê û xebatkarên wê têne kirin, lê wan destnîşan kir ku ew ê  ji wan bûyeran ne berpirsyar bin ku dawiyê dê biqewimin.

Keybanûyê di dawiya daxuyaniya xwe de daxwaz kir ku ev nivîs wekî belgeyekê bimîne û bi hezkirin û rêzdarî spasiyên xwe ji piştgirên kovarê re şand.

Derbarê Kovara Ma’z Estê de

Kovara “Ma’z Est”ê (Em jî hene) ku kovareke hizrî û çandî ye, bi Kurdiya Zazakî weşana xwe dike û heta niha 11 hejmarên xwe belav kirine. 

Her weha wan ragihandibû ku ew ê di demeke nêz de li Stenbolê bi heman navî komeleyeke jî ava bikin.

Ev nivîs 102 car hatiye xwendin.