Çekdarine nenas li Dêrezorê 2 caran êrîşî HSDyê kir

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku duh, êvara Yekşemê du êrîşên cuda li dijî dewriyeyek û xaleke kontrolê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li parêzgeha Dêra Zorê ya Rojavayê Kurdistanê pêk hatin.
Çavkaniyekî leşkerî ji nav HSDyê got ku çekdarên nenas li ser motorsîkletê bi çekên otomatîk gule li xaleke kontrolê ya HSDyê li bajarokê Sebha li rojhilatê Dêra Zorê reşandine.
Hat diyarkirin ku di bûyerê de şer û pevçûneke demkurt çêbûn, di encamê de tenê ziyanên madî çêbûn û tu agahî li ser qurbaniyên sivîl nehatine belavkirin.
Di êrîşeke cuda de li bajarokê el-Namliya li bakurê Dêra Zorê, çekdaran li nêzîkî rêya sereke wesayîteke leşkerî ya HSDyê kemîn danîn. Di bûyerê de tu qurbanî an birîndarî nehatine ragihandin.
Ev nivîs 76 car hatiye xwendin.




