Cendermeyên Tirk cotkarên gundekî Kobanê gulebaran kir

Cendermeyên Tirk cotkarên gundekî Kobanê gulebaran kir

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku Cendermeyên Tirkiyê yên li ser sînorê Bakurê Kurdistanê, îro 9ê Hezîranê bi guleyan cotkarên gundê Kor Elî yên li gundewarê rojavayê Kobanê gulebaran kir.

Li gorî çavkaniyên herêmê, dema ku cotkaran li zeviyê xwe ku bi çend metreyan ji sînor ve dûr e darên xwe yên zeytûnê av didan, rastî gulebarana hêzên sînorî yên cendermeyên Tirkiyê hatin.

Nehatiye zanîn bê di encama gulebaranê de, ziyaneke canî çêbûye yan na.

Li gorî çavkaniyên xwecihî beriya niha jî leşkerên Tirkiyê 2 zarokên ku pezê xwe diçêrandin gulebaran kirin û ji ber guleyan hejmarek pezên wan telef bûn.

Ev nivîs 86 car hatiye xwendin.