Li Amerîkayê balafireke ku herî kêm 16 kes tê de bûn ket xwarê

PeyamaKurd – Balafirek ku tê texmînkirin 16 heta 20 kes tê de bûn li Coffee County, Tennessee, DYAyê ket xwarê.
Polîsên Rêyên Tennessee gotin ku hin ji birîndaran bi helîkopterê bo nexweşxaneyên herêmê hatine veguhestin.
Li gorî SonDakika, di encama ketina balafireke ku tê texmînkirin 16 heta 20 kes tê de bûn li eyaleta Tennessee ya Amerîkayê gelek kes birîndar bûn.
Çavkaniyên herêmî îdia kirin ku balafir dema ku bi awayekî awarte dadiket, li daran xistiye û ketiye xwarê.
Li rêzeqeza balafiran a ku di demên dawî de li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê qewimîn, qezayek nû lê zêde bû.
Birîndar rakirin nexweşxaneyan
Polîsê Rêyên Tennessee got, "Raportên destpêkê nîşan didin ku di helîkopterê de 16-20 kes hebûn. Hin birîndar bi helîkopterê bo nexweşxaneyên nêzîk hatin veguhastin."
Di dema daketina awarte de ket xwarê
Karbidestekî ku navê wî nehat eşkerekirin got ku rêwî di balafirê de bûn da ku bi paraşûtan xwe bavêjin. Çavkaniyên herêmî îdia kirin ku balafir dema ku bi awayekî awarte dadiket, li daran xistiye û ketiye xwarê.





